Li Sûriyeyê, tundrewên tekfîrî yên bi qravat sûc û tawanên xwe didomînin! Hîmayeya emperyalîst naparêze, bê çek dihêle!

Suriye’de kravatlı tekfirciler suç işlemeye devam ediyor! Emperyalizmin himayesi korumuyor silahsızlandırıyor!

Di roja pêncemîn a dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên kurdan de li Heleba Sûriyeyê ji aliyê hêzên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) yên tundrew-mezhebî ve, agirbestek hat ragihandin. Li gorî Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê HSDê (Hêzên Sûriya Demokratîk) yên bi serokatiya YPGê, agirbest bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hat îmzekirin. Agirbest, bi navbeynkariya DYA, Fransa û Urdunê, veguhestina ewle ya hêzên çekdar û sivîlên di taxan de asê mane, digel kuştî û birîndaran, bo herêmên di bin kontrola HSDê de li bakur-rojhilatê Sûriyeyê tê pêşbînkirin.  

Sedema êrîşa HTŞê li ser van taxan, nepejirandina peymana ku di 10ê Adara sala borî de di navbera serokê HTŞê Ehmed El-Şera û serokê HSDê Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin, bû. Danûstandinên di navbera aliyan de li ser entegrekirina hêzên çekdar ên girêdayî HSDê di nav HTŞê de, ku xwe wekî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi nav dike, rawestiyabûn. Dema ku HSDê israr dikir ku bi şiklê firqe û tugayan digel parastina binyada xwe ya xweser, entegre bibe, HTŞê li ser israra xwe ya entegrebûna giştî disekinî. Hikûmeta Tirkiyeyê, ku bi slogana "yek dewlet, yek artêş" tevlî pêvajoyê bû, di vê rewşa bêçare de bû aktorê diyarker. 

Gelo yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ew tundrewên tekfîrî yên bi qravat tesdîq bikin ku beramberî hêzên dagirker ên Îsraîlê bêdeng in û di ber re jî gelên Sûriyeyê qetil dikin?

Di tevahiya pêvajoyê de, di daxuyaniyên ji Tirkiyê de têgehên yekitî û yekparçebûna axa Sûriyê derdiketin pêş, lê ev têgeh bi avahî, îdeolojî û kiryarên HTŞê re temamî têkildar in. HTŞ ku xwedî îdeolojî û pratîkek tekfîrî û mezhebî ye, bi taybetî bi komkujiyên li hemberî Elewiyan û herwiha Dûrziyan, bi îdamên bêdadgeh, bi revandinên mirovan tê naskirin. Ev kiryar piştî ku HTŞê rejîma Esed li Şamê hilweşand, bûn pratîka dewletekê ya rastî. Ji ber vê yekê HTŞ hêzek tekfîrî û mezhebî ye ku yekitîya Sûriyê dişkîne û perçe dike. 

Îdiaya ku HTŞ yekparçebûna axa Sûriyê diparêze jî bi heman awayî ne rast e, heta kenê ye. Ji ber ku dema rêveberiya HTŞê rejîma Esed di bin patronaja Îngîlîstan û DYEyê de hilweşand, Îsraîl jî dagirkeriya xwe ya li bilindahiyên Golanê yên axa Sûriyê ber bi Şamê ve berfireh kiribû. Eş-şara ku komkujiya gelên niştecihên Sûriyê dike lê li hember dagirkeriya Îsraîlê ya biyanî û dijmin ne gulekê diavêje û ne jî gotinekê dibêje, berevajî vê, bi teşkîlata terorê ya Siyonîst re nîqaşên normalîzasyonê dest pê kiriye. Ji bilî vê, Eşşara li hember baregehên Amerîkî yên neqanûnî û ne meşrû yên li welêt ti îtîrazekê nake. 

HTŞ ya tekfîrî, mezhebî, hevkariya emperyalîst û Siyonîst ne meşrû ye! Parastina xwebexş ya gelê kurd mafek meşrû ye!

HTŞ û Eş-şara, di dawiya sala 2024an de dema ku ber bi Şamê ve meşiyan, hîn jî di lîsteya terorê ya hemû dewletên Rojava û herwiha ya Tirkiyê de bûn. Ji bilî ku Eş-şara qravat û cilên tîmê li xwe dike, di pratîka xwe de ti guhertin tune ye, HTŞ ku komkujiya sivîlan, îşkence, îdamên bêdadgeh, revandinên mirovan hwd. didomîne, ji ber ku berjewendiyên emperyalîzm û Siyonîzmê diparêze, ji lîsteya terorê hate derxistin û wek desthilatdariya qanûnî ya Sûriyê hate naskirin. Lêbelê tekfîrîyên qravatî yên HTŞê tu carî desthilatdariyek meşrû nebûn. Ji ber vê yekê jî dorpêçkirin û êrîşa HTŞê ya li ser taxên kurdî yên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tu carî meşrû nebû. Berxwedana gelê kurd ya ku di bin metirsiya paqijiya etnîk de ye, bi hemû amûran pêk anî, rast û meşrû bû.

Herçiqas tê gotin ku peymana agirbestê ya ku di bin patronaja emperyalîstên DYE û Fransa û hevkariya Urdunê de hate pêkanîn, armanca "vekişîna aştîparêz a HSDê û dabînkirina ewlehiya sivîlan" digire, lê ya ku diqewime ev e ku gelê kurd yê Helebê di bin metirsiya paqijiya etnîk de di destê HTŞê de rehîn dimîne. 

Peymana 10ê Adarê ya bêyom ku komkujiya Elewiyan pak nîşan dide, ji hewldana paqijiya etnîk li hemberî kurdan re zemînek ava kir

Bi hemû van qewimînan re, careke din derket holê ku peymana 10ê Adarê ya ku bi berdewamî tê referanskirin, bi rastî ne peymanek e. Di pêvajoya ku sala borî ber bi 10ê Adarê ve diçû, komkujiyên Elewiyan yên ku HTŞê pêk anî, meşruiyeta hêzên tekfîrî mezhebî yên ku li Şamê hewl didin dewlet bibin, bi temamî ji holê rakiribû. Rûsya û Çîn, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bangî civînê kiribû. Ji DYEyê xemgîniyên ku li Sûriyê kar ji dest derkeve û şerê navxweyî ji nû ve geş bibe, dihate gotin. Li Sûriyê bêyî hêzek siyasî ya herêmî ya ku desthilatdariya HTŞê nas dike, îdiaya ku li Şamê dewletek heye, nikaribû were dagirtin. Tam di vê qonaxê de bi lez û bez, bi helîkopterê serokê HSDê Mezlûn Abdî anîn Şamê û bi Eşşara re peymana 10ê Adarê îmze kirin. Ev peyman bû operasyona paqijkirina hişk a cilên xwînî yên qatilên tekfîrî mezhebî yên ku tîm û qravat li xwe dikin. 

Peymana 10ê Adarê bi gelemperî di çarçoveya yekkirina hêzên HSDê bi artêşa navendî re tê nîqaşkirin, lê girîngiya esasî ya peymanê ew e ku HSD meşruiyeta siyasî dide desthilatdariya gotî ya HTŞê. Madeya 8'emîn a peymanê wiha ye: "Dewleta Sûriyê, di têkoşîna li hember bermahiyên rejîma Esed û hêmanên ku ewlehî û yekitîya welêt tehdît dikin de, wê were piştgirîkirin." Madeya ku çeteyên HTŞê yên tekfîrî mezhebî wek dewleta Sûriyê bi nav dike û komkujiya Elewiyan di bin navê "têkoşîna li hember bermahiyên rejîma Esed û hêmanên ku ewlehî û yekitîya welêt tehdît dikin" de meşrû dike û piştgiriyê dide vê, îro kevirên riya ku ber bi qewimînên li Helebê ve diçe, danîne.

Hîmaya emperyalîzmê tu gelî neparast û ji vir û pê ve jî naparêze! 

Bi peymana ku di bin hîmaya DYEyê de û bi zorê îmze kir, serokatiya HSDê ne tenê li gelê ereb yê Sûriyê bi serî Elewiyan re, li kurdan jî xiyanet kiriye. Ji ber ku carekê navê dewletê li çeteyên tekfîrî mezhebî were danîn, carekê meşruiyeta siyasî li komkujiya sivîlan were danîn, pêşbînîkirina ku ev karê wê bigihêje kurdan ne mimkin e. Bawerkirina ku emperyalîstên Rojava bi serî DYE û Îngîlîstanê û Siyonîzma Îsraîlê dikarin ewlehî û aramiyê ji gelê kurd (û ji tu gelê din jî!) re bînin, an saflik e an xiyanet e. 

Li cihê hatî, serokatiya HSDê ku hîn jî bi ewlehiya DYEyê tevdigerin, xuya ye ku bawer dikin ku kurd li rojhilatê Firatê di bin hîmaya van hêzan de wê bigihêjin ewlehî û aramiyê. Lê berevajî vê, tevgera HSDê wek hêzek vekîl a DYEyê, bi serê xwe li dijî ewlehiya gelê kurd e. Îro HSD ku bi vekaleta DYEyê herêmên erebî û herêmên enerjîyê kontrol dike, pozîsyona wê ya li van herêman pirr lawaz e. Desthilatdariya li Tirkiyê bi teşwîqkirina eşîrên erebî yên ku di bin banê HSDê de tevdigerin, vê zemîna lawaz dihejmêre. Ev rêgez tenê bi erêkirina ku ji rejîmên erebî yên Kendavê yên hevkariya emperyalîst ku tenê li berjewendiya xwe dinêrin, were, dikare di carekê de zemîna ku HSD li ser radiweste perçe bike. Di vê rewşê de jî kapasîteya xwebexş ya gelê kurd wê bikeve lawaziyek stratejîk. Ewên ku hevkariya bi DYE û Îsraîlê re wek alternatîfa neçarî û yekane ya rastî pêşkêşî gelê kurd dikin, gelê kurd di nav çemberek tirsnak de asê kirine.

Li dijî emperyalîzmê, Siyonîzmê, kolonyalîzmê, çeteyên tekfîrî yên mezhebî, yekîtîya karkeran û biratiya gelan!

Ev çember tenê bi derketineke şoreşgerî ya ku zorê emperyalîst û kolonyalîst yê heyî derbas bike, dikare were şikandin. Ji bo ku di gelên tirk, ereb û îranî yên kedkar de bersivê bibîne, sîyaseta ku li ser bingeha yekitîya karkeran û biratiya gelan tê meşandin, pêwîst e. Di bin navê antî-emperyalîzmê de şovenîzma civakî kirin, tenê ava li aşê kolonyalîzmê dirijîne. Sûlandina enternasyonalîzmê bi kozmopolîtîzmek ku hevkariya bi emperyalîzm û Siyonîzmê re rewa dibîne, ji zêdekirina dijminatiya di navbera gelan de û bêçekkirina gelan ji aliyê siyasî ve, encamek din nade. Ji bo şikandina dorpêçkirina emperyalîst, Siyonîst û kolonyalîst, pêwîst e ku sîyaseta çîna karker a ku mafê gelê kurd yê diyarkirina çarenûsa xwe nas dike, li dijî sîyasetên mezhebî yên boğazkirin û paqijiya etnîk ya emperyalîzmê, Siyonîzmê û kolonyalîzmê derdikeve, paqijkirina Rojavayê Asyayê ji emperyalîzm û Siyonîzmê, desthilatdariyên siyasî yên hevkariya kolonyalîst li hemberî xwe digire, were bilindkirin.