Danezana Partiya Karkerên Şoreşger: Berbijarê serokomariyê yê Somayê, Yatağanê û yê karkerên camê tune ye! Demirtaş heke ku ji bo berjewendiyên çîna karkeran bixebite û ji bo vê yekê jî garantiyê bide, dê bê destek kirin!

Devrimci İşçi Partisi, bu sitede okunabilecek 26 Temmuz tarihli bildirisi ile 10 Ağustos'ta cumhurbaşkanı seçiminin birinci turunda sandığa gitmeyeceğini açıkladı. Orada, Kürt hevallerimize özel olarak sesleniyoruz ve gerekçelerimizi açıklıyoruz. Şimdi bir önceki 6 Temmuz tarihli bildirimizin (gecikmiş olan) Kürtçe çevirisini de yayınlayarak Kürt hevallerimize o kararımızın arka planını anlatmayı istedik. Bu bildirinin Türkçe aslı "Soma’nın, Yatağan’ın, cam işçisinin cumhurbaşkanı adayı yok! Demirtaş ancak işçi sınıfı lehine çalışacağı konusunda güvence verirse desteklenebilir!" başlığını taşır ve bu sitede okunabilir. Yaşasın iki dilli yaşam!

Berbijarên hilbijartina serokomariyê ya ku dê qonaxa wê ya yekemîn di 10’ê Tebaxê de pêk were, diyar bûn. Tayyip Erdoğan û Ekmeleddin İhsanoğlu du nûnerên cihê yên heman pergala navneteweyî ne ku burjûvaziya Tirkiyeyê bi vê emperyalîzm û sazûmana wê ya Rojhilata Navîn re ji novika xwe ve girêdayî ye. Ji van kesan ji bo pardarî û bankayên DYE û YE’ yê, şirîkên wan ên Tirkiyeyê û rantiyeyên neftê yên Rojhilata Navîn xêr tê. Lê belê ji bo çîna karkeran xêr nayê!Ji bo berjewendî û pêdiviyên çîna karkeran derfetek pir girîng hebû; her wekî partiya me di 27’ê Xizîranê de û bi danezana xwe ya bi sernavê “Em berbijarê gel ê serokomariyê pêşniyaz dikin! Berbijarê me berbijarê hldirisi ileevpar ê Geziyê, Somayê û gelê kurd e!” de jî wekîpeşniyaz kirî, heke ku parlamenterên HDP’yê  ji hêla hiqûqî ve zerengiya peşniyarkirina berbijaran bi tifaqî fireh bigirin, dê  ji bilî gelê kurd ji bo çîna karkeran, Elewiyan, jinan, xortan û ji bo hemû xwepêşanderên raperîna gel a bi Geziyê dest pê kirî berbijarek hevpar derbikeve û bi vî awayî jî dê valahiya ku ji çepa CHP’yê derketiye holê bê tejî kirin. Bi vî awayî pêkan e ku hilbijartina serokomariyê li hemberî çînên serwer ji bo hemû bindestan dagere qada têkoşîna hevpar. 

Lê belê ji ber ku HDP’yê hevserokê xwe Selahattin Demirtaş weke berbijar diyar kir, ev fersende jî wenda kir. Demirtaş ev demeke dûr û dirêj e ku ji bo azadiya gelê kurd bi fedakarî têdikoşe û pêşengekê rêzdar ê gelê kurd e. Lê belê îro bi tenê berbijarê gelê kurd e. Ji ber ku ji salên 2000’ê û pêde tevgera kurd ji têkoşîna mafên karker û kedkaran bi awayekî mezin dûr ketiye, ne pêkan e ku baweriyê bide çîna karkeran û feqîr û jaran. Ji bona vê yekê jî berbijarê Somaya ku du meh beriya niha 301 zarokên xwe bi heta hetayê spartine axê, berbijarê Yatağan a ku felaketek wekî ya Somayê nehê serê wan li hemberî arizîkirinê têdikoşe, a niha berbijarê ku digot: “Ez ê bibim serokomarê 77 mîlyonan” bi riya serokweziriyê hefteyek beriya niha mafê grevê ê 5800 karkarên camê tune hesibandiye, lewre jî berbijarê wan karkeran û berbijarê bi mîlyona karker, kedkar, bêşixul û gundiyên feqîr û jar ên wekî wan tune ye! Em hemû ji vê yekê berpirsyarin. Em mecbûrên çareserkirina vê yekê ne. Ji bo ku çîna karkeran mohra xwe li siyasete bixe, em mecbûrin ku ji wan re alavên lêhatî biafirînin. Ji bo ku çîna karkeran bikaribe mista xwe li maseyê bixe, em mecbûrin ku ji wan re şert û mercan amade bikin.

Rêbazên hilbijartina serokomariyê pir antî-demokratîk in!

Bêguman sedemeke neyîna berbijarekê ku çîna karkeran li gorî pêdiviyên xwe piştgiriyê bidetê, bi awayekî giştî antî-demokratîkbûyîna hilbijartinan e. Tayyip Erdoğan dibêje; “ Di van hilbijartinan de serwêrisî bi dawî dibe.” Ev jî tê gengeşî kirin, lê belê tiştekê din heye ku ew nayê gengeşî kirin. Beg têne cem hev, kesekî di nava xwe de ji bo çîna kedkaran weke kedkar dihilbijêrin. Serweriya çîna kardêran a li ser karkeran bi giştî dom dike! Ma êdî em şertê ku ew kesê ku dibe serokomar divê zaningeh xilas kiribe, çawa fam bikin? Desthilatdariya pîran a li ser ciwanan a wekî “Gerontokrasî” jî tê zanîn dom dike. Ma qey em êdî şert û mercê 40 salîbûyînê çawa fam bikin? AKP’yê ev şert û mercên antî-demokratîk dema ku di sala 2007’ê de zagona bingehîn diguhert, ji cûntaya 12’yê Îlonê re eynen standine.  Em dikarin vê jî mînak bidin, angaşt dikin ku dê gel serokomarê xwe hilbijêre, lê mixabin gel nikare berbijarê xwe yê serokomariyê pêşniyaz bike. Ew jî pêkenokiyek e!

Dema ku AKP’yê di sala 2007’ê de rêgez û qaîde amade dikirin, bi şiklekê antî-demokratîk ku di dîrokê de mînakên wê zûp zû nahêne dîtin; rêbaza berbijarbûyînê amade kiriye. Ew kesên ku di parlamentoyê de bêhez nikarin berbijaran diyar bikin! Di nava dewletên ku serokomarên wan bi awayekî rasterast ji aliyê gel ve tên hilbijartin de belkî jî tu cara ev qas hindik berbijar neketibin pêşbirkê. Li Emerikayê, Fransayê, Meksîkayê yan jî li Arjantînê gelektirîn berbijar dikevin nava pêşbirkê.Çi bibe,bila bibe; di destê we de qonaxa duyemîn heye û di qonaxa duyemîn de jî bi tenê du berbijar dê bikevine pêşbirkê. Wê çaxê metirsiya we çi ye? Hûn çima têdikoşin ku hin cureyên siyasî ji pêşbirka serokomariyê dûr bixin. A niha ev  mantiq weke mantiqê Kenan Evrenê ku  cizayê girtîgehê yê heta hetayê xwarî û di demê de bendava sedî 10’ê  aniye parlamentoyê re heman mantiq e. Armanc dûrkirina berbijarên ku dikarin nûnertiya çîna karkeran, kedkaran, feqîr û jaran bikin e, nahêlin ku ew dengê xwe bigehînin gel. A niha bi ser ketin. Belkî heya demeke din jî bi ser bi kevin. Le belê dê rojeke wisan bê ku berbijar yan jî berbijarên çîna karkeran weke hûtekî dê bikevin li hemberî wan. Bila gumana kesekî tune be!     

Rizgarbûyîna çîna karkeran di hilbijartina serokomariyê de nîn e!

Divê çîna karkeran bizanibe ku rizgarbûyîna wê ne di hilbijartinan de ye, divê bizanibe ku rizgarbûyîna wê ne di birêkirina serokomar a Çankayayê re ye û ne di parlamentoyê de bihêzketinê re ye. Rizgarbûyîna wê û rizgarbûyîna gelê ku li derdora wê kom bûyî, bi riya çalakiyên mezin, grevên giştî, li qadan, li kolanan, li sîteyên sanayîyê, li taxên karkeran dema ku karker û kedkar bi piyên xwe dengan didin û dema ku lebatên xwe yên çînî ava dikin, dê biafire. Dîsa jî divê çîna karkeran ji hilbijartinan re pişta xwe nezivirîne, hindî ku şert û merc pêkan bin, divê vê qada têkoşînê jî ji bo têkoşîna xwe weke alavekê bi kar bîne. Baş e, îro em dikarin hilbijartina serokomariyê bi vî rengî bi kar bînin, gelo ev pêkan e?

Li holê sê berbijar hene. Tayyip Erdoğan, her wekî komkujiya Somayê û greva camê jî bi awayekî zelal raxistiye berçavan dijminê karkeran e. Ew dixwaze kedkar û feqîr û jaran kêm bibîne, sedeqeyan bide wan û bi vî rengî jî piştgiriya wan bistîne. Bila dayîna heqê wan li aliyekî bimîne, ew  wan talan û tajan dike. Ew çîna karkeran weke pê dibîne, xwe jî weke ser dibîne!  Tu tiştê Ekmeleddin İhsanoğlu nîn e ku bide çîna karkeran û nabe jî. Ew di bin sîwana serweriya emperyalîzmê de burokratekê pergala dinyaya kapîtalîst e. Navbera wî û qral û şêx û dîktatorên Rojhilata Navîn her dem pir baş bûye. Ew mirovê pergalê yê xweser e. Taliya taliyê berbijarê HDP’yê Selahattin Demirtaş dimîne. Bêşik û guman Demirtaş ji her du berbijarên din cihê ye, ew nûnerê tevgereke ku li hemberî vê pergalê şer kiriye ye. Ew nûnerê gelê ku ji aliyê vê pergalê ve hatiye perçikandin e.Wê çaxê ger  mirov ji bo berjewendiyên çîna karkeran binêre, Demirtaş encax hin teahûdên zelal û eşkera bide, divê bê destek kirin.

Em her wekî Partiya Karkeran a Şoreşger da ku di vê hilbijartina serokomariyê de bangewaziya çîna xwe ya karkeran bikin, ku dengên xwe bidin Selattin Demirtaş ji vî re  bendewariya hin ewleyî dayîna ne:

1)      Ji ber hesasiyetên pêvajoya muzakereyan,bi awayekî zelal hate dîtin ku tevgera kurd li hemberî raperîna gel a bi Geziyê dest pê kirî û di  pêvajoya 17’yê Kanûna Paşîn de li hemberî Tayyip Erdoğan helwesteke dudilî meşand. Lewre jî heke ku Demirtaş tevlî qonaxa duyemîn nebe, Divê bi awayekî zelal û eşkera bîne ziman ku ew bi tu awayî bangewaziya destek kirina Tayyip Erdoğan nake.

2)      Divê Demirtaş di nava kampanyaya xwe ya hilbijartinê de qala bêrêtî, dizî û şelandinên bi destê Erdoğan û hikûmeta wî hatine kirin bike û bibîrbîne ku di derheqê van kiryariyên wî de gelek belge û agahiyên girîng ku weke delîl tên hesibandin di nava çapemeniyê de belav bûne. Divê Demirtaş li qadan û bi riya televîzyonan bi awayekî zelal qala van kiryariyên reqîbê xwe bike. Heke ku ew bi dengên çîna karker û kedkaran bibe serokomar, divê Lijneya Dewletê ya Venêrînê peywirdar bike û wan dizî û şelandinên ku îro bi temamî bi riyên dij hiqûqî pêşiya lêpirsînê jê re bi destê Erdoğan hatiye girtin, ji nû ve bîne rojeve û lêpirsînê bide dest pê kirin. Divê Demirtaş di derheqê vê yekê de nêrîna xwe bi awayekî misoger vebêje.                                                                     

3)      Heke ku Demirtaş bi dengên çîna karker û kedkaran weke serokomar bê hilbijartin, divê bi zimanekî zelal û misoger eşkera bike ku gava ku hikmên bingeha arizîkirinê (taybetîkirin) fireh dikin û hikmên ku bingeha taşeroniyê saz dikin, tenê ber destê wî ew wan hikma qebûl nake. Her wiha divê Demirtaş bi zimanekî misoger eşkera bike ku ew dê ji bo malgişkîkirina alavên hilberînê yên ku beriya niha hatine arizîkirin têbikoşe û bi şiklekê misoger ji bo qedexekirina taşeroniyê dê têbikoşe. Divê Demirtaş van tiştan bi awayekî misoger bi lêv bike. 

4)      Heke ku Demirtaş bi dengên çîna karker û kedkaran weke serokomar bê hilbijartin, divê saziya ku ji bo agahdarkirina serokomarî roleke sereke û girîng dilîze û ji xeynî artêş û dadrêsiyê li ser hemû sazî û dezgehên raya giştî û rêxistinên karsaz û karkeran bandorê dike û bi hemû awayan re li ser wan lêkolînan dike û ji bo agahdarkirina gel û kifşkirina sûcdaran xwediyê hêzeke mezin û bêhempa ji nû ve birêxistin bike. Yanî dema ku wextê nûkirina endamên Lijneya Dewletê ya Venêrînê tê, divê nêrînên çîna karkeran û rêxistinên gelê me yê kedkar guhdar bike û endamên ku  ji hêla van re tên pêşniyar kirin peywirdar bike. Divê bi zimanekî eşkera vêne qebûl bike.

5)      Heke ku Demirtaş bi dengên çîna karker û kedkaran weke serokomar bê hilbijartin, divê bi zimanekî zelal û misoger bi lêv bike ku ew dê di nava çend mehan de ji bo lêkolînkirina kiryariyên taşeroniyê, tenduristî û ewlehiya karkeran û ji bo wan karkerên ku ji ber ku mafên xwe yên sendîkayîbûyinê bi kar anîne û ji kar hatine derxistin, Lijneya Dewletê ya Venêrînê peywirdar bike û ji vê bixwaze ku lêkolîneke berfireh û têr û tijî bike. Divê Demirtaş vê yekê bi zimanekê zelal qebûl bike.

Partiya Karkerên Şoreşger di wê baweriyê de ye ku azadbûyina gelê kurd ê bi dehan salan e ku hebûn û çanda wî hatiye înkar kirin, ji bo ku vê bide qebûl kirin jî dest bi têkoşînê kirî û hatiye tune kirin, divê bê dayîn. Azadkirina gelê kurd kêrî berjewendiyên çîna karkeran jî tê. Ji ber vê yekê jî serketina Selattin Demirtaş li gorî nêrîna me tiştekî erênî ye. Lê belê siyaseta ku ji hêla tevgera kurd ve di van salên dawî de tê meşandin, me bi mecbûrî ji bo berjewendiyên çîna karkeran sewqî hizra lêgerîna ewlehiyan dike.

Heke daxuyaniya ku me li jor aniye ziman bi lêv bike yan jî hin pêngavên ku ruhê vê daxuyaniyê temsîl dike biavêje, Partiya Karkerên Şoreşger dê piştgiriyê bide berbijariya Selahattin Demirtaş û dê bangewaziyê bike ku di qonaxa yekemîn de deng ji bo Demirtaş bên bi kar anîn.

Divê dijminên çîna karkeran bên têkbirin. Lê belê ji bo ku ev yek bê kirin, divê dost û hogirên çîna karkeran cihê xwe bizanibin.

                                                                                          Partiya Karkerên Şoreşger

                                                                                                        6 Tîrmeh 2014